World Meteorological Organization (WMO) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Nîvgerdûna Bakur (Northern Hemisphere) îsal hewayê herî germ hate jiyîn û di meha Tebaxê de bi awayekî rekorî pileyên bilind yên germê hate dîtin.
WMO dîyar kir ku li oqyanusan jî, ku pirtir ji % 70 rûyê Erdê pêk tîne, 21 derece Celsius germbûneke rekorî hate tomar kirin û sê meh ser pileyên bilind yên germ hatine pîvandin.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bi daxuyanîyekê got ku havînên pir germ êdî giheştine ber derîyên me û serûbinbûna îqlimê anku klîmayê êdî destpê kiriye.
Rêvebirîya Îqlime ya Ewrupî, Copernicus jî ragihand ku sala 2023 ji piştî 2016’an sala herî germ ya tomarkirî ye.
Zanist dibêjin ku mirov ji vê rewşa germbûnê berpirs in jiber ku kiryarên mirovan yên wek şewitandina komir, neft û gaza xwezayî û herwiha felaketên xwezayî yên mîna El Nino li seranser cîhanê germbûnê bilindtir dikin.
Hêjayî balkişandinê ye ku di destê Copernicus de tomarên heta ji sala 1940 hene û lê li Brîtanya û Amerîka qayidên ji nîva sala 1800’an hene.