Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Dengdana Ser Împîçkirina Serok Trump Didomîne


Civata Nûneran ya Amerîka, ku bêşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî ye, îro dengdanê ser împîçkirina Serok Donald Trump dike.

Civata Nûneran, ku yek ji karên xwe yên herî girîng bi cîh tîne, bang li hemî endamên xwe kir ku ser sonda xwe bisekinin û berevanîya qanûna bingehîn ya Amerîkî bikin.

Komîteya Dadê ya Civata Nûneran tawanên împîçkirinê yên dijî Serok Trump bi 23 dengên Demokratan beramber 17 dengên Komarî pejirandibû.

Komîteya Dadê bi sedemên karanîna hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka, bi awayekî berdewam bo armancên nerewa û bo destxistina berjewendîyên şexsî û rêgirtina Kongesê, biryara împîçkirinê dabû.

Demokrat, ku li Civata Nûneran xwedîyê piranî ne, pêdivî bi piranîya basît (1 deng ji nîv hemî dengên 435 endaman pirtir ku ev jî dike 218 deng) heye ku di 243 sal dîroka Amerîka de tenê bo cara çaran serokekî Amerîkî împîç bikin.

Piştî biryara Civata Nûneran ya împîçkirinê, divê beşa jorîn ya Kongresê, Civata Senatoran, ku di bin kontrola Partîya Komarî ya Serok Trump de ye, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) dest bi peyvajoya darizandinê bike.

Berevajîya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi du ji sê hemî dengan (ji 100 dengên giştî 67 deng) biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Lê, jiber ku Komarî 53 kursîyên Civata Senatoran konrol dikin, ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump do ji Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi re nameyeke dirêj nivîsîbû û ew bi gotinên giran rexne kiribûn.

Trump îdia kiribû ku Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîka jiber ku ew şikestina hilbijartina sala 2016’an ji bîr nakin û encamên sindoqan napejirînin û bî vî awayî destwerdana hilbijartinan dikin.

Serok Trump herwiha gotibû ku Amerîkî di hilbijartina 2020’an de wê Demokratan efû nekin.

XS
SM
MD
LG