Civata Nûneran ya Amerîkî, li ber e îro Sêşemê dengdanê ser pûçkirina biryara Serok Donald Trump ya redkirina vetokirina ragihandina rewşa awarte ya ser sînorê Meksîko bike.
Ne çaverê ye ku dengdan serketî be jiber ku gelek dijwar e sê ji pênc endamên civatê piştgirî bidin pêşnîyarê.
Civata Nûneran ya bin kontrola Demokratan û Civata Senatoran ya piranî Komarî pêşnîyara redkirina biryara Trump erê kiribûn.
Her du beşên Kongresê gotibû ku divê biryara derbarê xerckirinê tenê ji alîyê Kongresê ve were dayîn.
Trump di meha Şubatê de derheqa tixubê Meksîko de rewşa awarte ragihandibû û gotibû ku pirsgirêka ewlehî û krîza mirovahî li wê derê heye da ku bikaribe $3.6 mîlyar dolar diravên hikûmetê bo avakirina dîwarê ser sînor bi kar bîne.