Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Pêşnîyara Eyaletbûna Washington DC Qebûl Kir


Civata Nûneran ya Amerîkî îro Pêncşemê ser rewşa Washingtona paytexta Amerîka dengdanê kir ku wê bike eyaleta 51’ê.

Di dengdanê de 216 Demokrat dengê erê, 208 Komarî jî dengê na dan.

Washingtonê, ku bi fermî wek District of Columbia tê zanîn, devereke federalî ye û li Kongresê nûnerên wê yên xwedî dengdanê tuneye.

Jiber ku Amerîka wek yekîtîya eyaletan hatiye damêzirandin, deverên ku ne xwedîyê statuya eyaletan in, di sîstema rêvebirinê û bikaranîna desthilatê sînordakirî ne.

Li Washingtonê nêzî 700 hezar kes dijîn û ew hejmar ji nîfûsa istanên wek Wyoming û Vermont pirtir e.

Alîgirên wergirtina statuya eyaletbpnê dibêjin ku rûniştvanên Washingtonê jî bacên xwe yên federalî didin, di jurîyên dadgehan de xizmetê dikin û di şeran de canên xwe didin, lê ew wek hemwelatîyên asta nizimtir dijîn.

Komarî bi tundî dijberîya eyaletbûna Washingtonê dikin û dibêjin ku qanûna bingehîn bi zanabûn mafê eyaletbûnê nedaye Washingtonê.

Komarî herwiha bawer dikin ku Demokrat jibo ku di Civata Senatoran de 2 kursîyên nû wergirin wê yekê dikin.

Ger Civata Senatoran biryara Civata Nûneran bipejirine, hîngê navê istana nû wê "Washington, Douglass Commonwealth" be ku ji navên serokê yekê George Washington û bizavkarê dijî koletîyê Frederick Douglass hatiyê çêkirin.

Li gor sîstema Amerîkî her eyalet xwedîyê 2 senatoran in û di Civata Nûneran de jî li gor nîfûsên xwe tên temsîl kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara dawî di sala 1959’an de Alaska û Hawaii wek eyaletên nû tev li yekîtîyê bûbûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG