Koma Hûsî ya ser bi Îranê ve li Yemenê roja Sêşemê ragihand ku wê du mûşek avêtine Îsraîlê, çend demjimêran piştî ku artêşa Îsraîlî gotibû ku wê rê li ber mûşekekê ji Yemenê giritiye.
Li gor daxuyanîyeke leşkerî ya Hûsîyan, êrîşa yekê firokxaneya Ben Gurion li Tel Avîvê kir armanc. Ya duwem jî li navendeke elektrîkê li Orşelîmê da.
Serhildayên Hûsî herwiha got ku wan êrîş kirine ser firokhilgira Amerîkî USS Harry S. Truman. Lê ti daxuyanîyeke demûdest ji alîyê leşkerîya Amerîkî ve derbarê van îdîayan derneketiye.
Derengî Duşemê, artêşa Îsraîlê got ku wê mûşekek ji Yemenê anî xwarê berî ku derbasî sînorê Îsraîlê bibe.
Hûsîyên ku piranîya Yemenê kontrol dikin, bûye demek ku mûşek û dronan davêjin Îsraîlê û keştîyan li nav Deryaya Sor û Kendava Edenê dikin armanc. Ew dibêjin ev êrîşên wan jibo piştgirîya Filestînîyan e li vê dema şerê Îsraîl û Hamasê li Kerta Gazayê.
Hefteya borî, firokên şer yên Îsraîlê êrîşên tolhildanê li firokxaneya paytexta Yemeneê, Senaa, pêk anîn, tê de çar kes hatin kuştin. Li cihê êrîşê serokê rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li bendî geşteke xwe ya esmanî bû.
Jêder: AFP