Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsiyên Yemenê Dibêjin Wan Keştiyên Rojavayî Kirine Armanc


Hêzên Hûsî li Yemenê roja Yekşemê got ku wan rokêt û dron avêtin keştiyên Brîtanî, Amerîkî û Îsraîlî, di kampanya herî dawî êrîşan de li ser keştiyan ji bo piştgirîkirina Filistîniyan di şerê Gazayê de.

Koma ser bi Îranê ve got ku wan keştiyek Brîtanî û hejmareke firqeyên Amerîkî li Deryaya Sor kirine armanc, li Deryaya Erebî û Okyanûsa Hindî jî êrişî du keştiyên Îsraîlî ku ber bi benderên Îsraîlî ve diçûn kirin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sarî di daxuyaniyeke televîzyonî de got, operasyon di 72 saetên dawî de pêk hatin.

Wî agahiyên zêdetir derbarê êrîşan nedan.

Beriya niha kompaniya ewlehiyê ya Brîtanî Ambrey ragihandibû ku wan zanyariyên ku nîşan didin roja Yekşemê li Kendava Adenê li dor 102 mîlên deryayî li başûrê rojavayê Mukalla li Yemenê rastî êrîşa gemiyek hatiye kirin.

Êrîşên Hûsiyan bazirganiya gerdûnî ya di Kanala Sûweysê re asteng kir, ku kompanî neçar kirin seferên dirêj û bihatir li dora başûrê Afrîka bikin.

Amerîka û Brîtanya li Yemenê êrîşî hedefên Hûsiyan dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG