Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) îro Sêşemê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îranê zarokan kuştien, reftarên wek êşkence û destdirêjîya seksî xebitandine.
Di nava tepeserkirina hovane ya desthilatdarên Îranê ya dijî xwenîşandanên girseyî de destdirêjîyên hovane yên ser zarokan jî hene.
Raporeke nû ya HRW belge dike ku hêzên ewlekarîyê çawa zarok kuştine, êşkence û destdirêjîya seksî kirine û ew hinda kirine.
Wek mînak, hêzên ewlekarîyê bi derzî di bin neynûkên wî de êşkence li zarokek kiriye û xortekî din bûye armanca lêdan û destdirêjîya seksî.
HRW cîh dide gotinên jimareke xortên din ku çawa rastî êşkence û reftarên xirab hatine û gencekî 16 salî piştî êşkenceyên giran du caran hewil daye ku xwe bikuje.
Rêxistina berevanîya mafê mirovan bal dikşîne ku hêzên ewlekarîyê pir caran zarokan bê agahdarkirina malbatên wan bi hefteyan desteser û binçav dikin û binpêkirina mafan li dadgehan jî dome jiber ku dadwer zarok bi tawanên şêlî û ne zelal mehkûm dikin.
Parêzerek ji HRW re gotiye ku 28 zarok bi tawana "dijmintîya xwedê" " hatine sucdar kirin ku cezayên giran bi xwe re tîne.
HRW herwiha dide zanîn ku zarok piştî ku têne berdan jî rûbirûyê reftarên neyênî dibin; xwendekar re hatiye qedexe kirin ku vegerin xwendingehê û jibo malbatên wan mûçeyên alîkarî yên civakî hatine birîn û zarok neçarî karkirinê hatine kirin.