BEYRÛT – Rêxistina Navnetewî (Human Rights Watch) îro raportek derbarê rewşa derbiderên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşand, dide zanîn ku bi deh hezaran derbiderên navxweyî li kamp û penagehên li bakur-rojhilatê Sûrîyê alîkarîya domdar yan jî têra xwe alîkarî nagihe wan.
Bi vî awayî bandoreke neyînî li mafên wan yên bingehîn dike. Rêxistin dide zanîn ku kêmasiyên jiyaneke asayî di nav wan de heye ew bi kirîzên weke; pêdiviya lezgîn, paqijiya têr û gihîştina xwarinê, ava vexwarinê ya paqij, çavdêriya tenduristî û perwerdehiyê di nav wan de dom dikin.
Raporta HRW dibêje, alîkariya ku ajansên Neteweyên Yekbûyî ji kamp û penagehên li herêmên ku ji aliyê Amerîka û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya Kurdan tên rêvebirin, nakokî hene, ji ber vê yekê hin kamp û penageh, nemaze yên "nefermî", bêyî têra xwe yan alîkariya domdar werbigrin jinyek bizehmet dijîn.
Tevî ku rêxistinên nehikûmî yên navneteweyî alîkariyên sînordar pêşkêş dikin, lê jiber gelek kêmasiyên jiyanê ev bûye sedema têkçûna tenduristî, nebûna paqijiyê û kêmbûna materyalên bingehîn di demsala havînê ya pir germ û zivistana pir sar de, û fikaran zêde dike ka gelo asta heyî ya alîkariyê mafên aborî û civakî yên mirovên derbider misoger dike an na û kanê mercên herî kêm yên gerdûnî yên ji bo alîkariya mirovî pêk tîne?
Adam Coogle, cîgirê birêveberê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch, got. "Lê nebûna alîkariya têr rewşek metirsîdar çêkiriye."
"Nêzîkî çar sal derbas bûn ku bi sed hezaran kes hatin bakurê rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Kurdan de ye û li penageh û piştgiriyê digerin piştî dagîrkirina Tirkiyê ya bajarên wan," Adam Coogle got.
Rêxistin dibêje, divê "Netewên Yekbûyî, ajansên alîkariyê yên navnetewî û yên din, û Rêveberiya Xweser divê bi lezgînî bala xwe bidin ser rewşa mirovî ya metirsîdar ku li kampên nefermî û stargehên kolektîf diqewime bi rêya pêşîgirtin û serderiya li gel mafan."
Rêxistin di rapora xwe de balê dikişîne ser rewşa kampên piştî êrîşa Trikiyê ya sala 2019an dibîje,"Tirkiyê sala 2019an êrîş anî ser herêmê ku bi sed hezaran kes ji cih û warên wan derxistin, kampên nû hatin avakirin, û koçberî berdewam e, nemaze ji gundên li eniyên şer yên di navbera herêmên di bin kontrola rêveberiya xweser de û axa ku ji aliyê Tirkiyê ve hatî kontrol kirin berdewam e ".
Rapora HRW di beşeke din de balê dikişîne ser tedbîrên ku hikûemta Şamê li hember derbiderên herêmê stendine û dide zanîn ku bi salane alîkarî li ser xelkê herêmê hatîye qut kirin.
Rapor dibêje, di Gulanê de, tîmeke wan serdana parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir û bi 18 derbider û herwiha rêveberên xwecihî li kampên Waşokanî û Serêkaniyê re civiya.
"Lêkolîner her wiha serdana sê dibistanên bajarê Hesekê yên ku weke stargehên demkî dihatin bikaranîn kirin û bi civakên mazûvan, berpirsên xwecihî, xebatkarên alîkariyên mirovî, çalakvanên mafên mirovan yên Sûriyê, û rêxistinên xwecihî re civiyan."
Rapor dide zanîn ku piştî serdana tîma wan derbider û berpirsên xwecihî gotine, piştî êrîşa Tirkiyê ya sala 2019an bo ser bakur û rojhilatê Sûriyê û koçberbûna komî ji navçeyên niha di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, parêzgeha Hesekê ku nifûsa wê berî êrîşê nîv milyon bû niha bûye du milyon.
Rapor balê dikişîne ser rewşa bêavîyê li Hesekê û herêmê, datayên fermî derbarê mijarên cihe yên weke bêavî, perwerdehiya nebaş, nebûna mercên tendirûstiyeke baş, xizanî, û nebûna mercên destpêkê yên jiyanê hatine behs kirin.