Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) roja Pêncşemê raportek weşand tê de platforma Meta rexne dike.
Rêxistina navnetewî, Meta tawanbar kir û got ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, "xebat dike ku dengên alîgirên Filistînîyan li ser Facebook û Instagramê bêdeng bike."
Meta xwedîya platformên Facebook, Instagram, Threads û WhatAppê ye.
HRW, ku navenda wê li New Yorkê ye, di raporta xwe de got ku "siyaset û tevgeryana Meta hewil didin ku dengên ku piştgirî didin Filistîniyan û mafên mirov yên Filistînî li ser Instagram û Facebookê bêdeng bikin, ku vê jî bi pêleke sansûra zêde ya li ser medyaya civakî destpêkirî ye."
Deborah Brown, rêvebera cîgir ya karûbarê teknolojiyayê di HRW de got "Sansûra Meta ya li ser naveroka ku piştgirî dide Filistînê, rewşê xirabtir dike."
Roja Sêşemê, desteya serbixwe ya çavdêriya Meta rexne li kompaniyê girtin ji ber rakirina dîmenên ku derbirînê ji dijawriya rewşa mirovî dikin di dema şer de.
Îsraîlê şer li dijî Hamasê ragihand wek bersivdana êrîşa milîtanên Hamasê di 7'ê Cotmehê de, ku li gor ajansa France Press hejmarên nûkirî yên Îsraîlê bû sedema kuştina nêzîkî 1,140 kesan, ku piraniya wan sivîl in, di nav wan de jin û zarok jî hene.
Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya desthilata Hamasê li Gazayê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha zêdetirî 20 hezar kes mirine, ku piraniya wan jin û zarok in.
Meta piştî êrîşa 7'ê Cotmehê ragihandibû ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de çavdêriya naveroka ku li ser platformên xwe, bi taybetî Facebookê, tên weşandin bi awayekî berçav xurt kiriye û rêgirî li weşandana bi sed hezaran peyaman kirîye.
Meta beşekî taybet yê ku ji kesên bi zimanê Erebî û Îbrî diaxifin tê pêk, ava kirîye.
Meta di peyamekê de, ku li ser malpera xwe weşandiye, dibêje, "Ev rê dide me ku em naveroka ku rêbaz û rênûmayên me binpê dike bilezek zêdetir derxînin, û hêleke berevanîyê ya bihêz li hember pêzanînên sexte ava kirîye"
HRW jî got, "Divê META destûrê bide ramanên parastî li ser platformên xwe, di nav de tiştê ku girêdayî binpêkirinên mafên mirov û tevgerên siyasî ne."