Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Dibêje Nobedarên Sînor yên Tirk Êşkence li Sûrîyan Dikin û Wan Dikujin


Leşkerên Tirk li ser sînorê Sûrîyê (Serêkanîyê Cotmeh 29, 2019)
Leşkerên Tirk li ser sînorê Sûrîyê (Serêkanîyê Cotmeh 29, 2019)

Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) îro bi raportekê ragihand ku nobedarên sînor yên Tirkîyê bi çavkorkî guleyan berdidin sîvîlên Sûrî yên li ser sînorê bi Sûrîyê û dijî penaxwaz û koçberên ku hewil didin derbazî Tirkîyê bibinm, hêzeke zêde bi kar tînin û êşkence li wan dikin.

HRW bang li hikûmeta Tirkîyê dike ku lêkolînekê bike û nobedarên sînor yên ji binpêkirinên xirab berpirs in, ceza bike.

“Di 11'ê Adara 2023'an de, zêrevanên sînor ên Tirkîyê bi awayekî hovane lêdan li komek ji 8 welatîyên Sûrîyê, ku dixwestin bi awayekî neyasayî derbazî Tirkîyê bibin, kirin û ew êşkence kirin. Zilamek û xortekî li girtîgehê jîyana xwe jidest dan û yên din jî bi giranî birîndar bûn. Şeş zêrevan jiber rola wan di êrîşê de di bin lêpirsînê de ne. Di 13'ê Adarê de zêrevanekî sînor yê Tirkîyê, welatîyekî Sûrî yê 59 salî, ku li devereke ser sînor zevîyê xwe cot dikir, gulebaran kir û ew kuşt. Derbarê lêpirsîna li ser vê kuştinê de ti agahî nehatin bidestxistin. Human Rights Watch di 20'ê Nîsana 2023'an de ji wezîrên Tirkîyê yên dad, navxwe û parastinê re nivîsî û daxwaza pirtir agahîyên derbarê her du bûyeran kir.”

Rêvebirê HRW yê Ewrupa û Asyaya Navîn, Hugh Williamson dibêje ku nobedarên sînor û hêzên çekdar yên Tirkîyê yên ji kontrolkirina sînor berpirs in, bi awayekî rûtînî destdirêjîya Sûrîyan dikin û wan li ser sînor her du dewletn bi awayekî çavkorkî gulebaran dikin.

Williamson dide zanîn ku bi sedan kuştî û birîndar di van salên dawî de hatine tomar kirin. “Ji destpêka sala 2023'an ve, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) 11 kuştî û 20 birîndar bi destê zêrevanên sînor yên Tirk li ser sînorê Sûrîyê û Tirkîyê tomar kirine û wan bi awayekî serbixwe du bûyerên bi vî rengî belge û piştrast kirine.

Rapora HRW bi bîr tîne ku li Tirkîyê nêzî 3,5 mîlyon Sûrî dijîn û Enqerê ji hemî dewletên din zêdetir mazûvanîya penaberên Sûrî kiriye.

HRW dibêje mafê Tirkîyê heye ku sînorê xwe bi Sûrîyê re ewle bike, lê divê ew yek li qanûnên navdewletî be û Enqere erkên xwe yên wek rêzgirtina mafê jîyanê û saxlemîya laş û qedexekirina êşkence reftarên din yên dijî mirovî şermezar bike.

XS
SM
MD
LG