Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Hêzên Ukraynî bi Karanîn Mayînên Qedexe Tawanbar Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Sêşemê Ukrayna bi karanîna mayînên qedexekirî tawanbar kir.

HRW ragihand ku bi mayînên dijî hêzên Rûsî hatine karanîn nêzî 50 sîvîl birîndar bûne û di nav wan de 5 zarok hene.

Wezareta Berevanî ya Ukrayna dîyar kir ku hêzên wê li gor peymana ser mayînan tevdigere, lê ragihand ku heta dawî li şer tê ewê ser çekên hatine karanîn ti agahî nede.

Mayînên biçûk yên PFM jiber şeklê xwe ye dîyar wekî mayînên perperok yan petal jî têne zanîn.

Ji HRW’ê, pisporê çekan Steve Goose got ku xuya ye hêzên Ukrayna li derdora Izyum ya li bakurê rojhilatê welêt mayîn belav kirine.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibata 2022’yan re destpê kir û heta niha jî didome.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG