Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ya bingeh li Amerîka, bang li serkirdeyên Afganistanê kir ku êrîșên li ser rojnamevanan û azadiya ragihandinê protesto bikin da ku mafê azadiya axaftinê biparêzin.
Human Rights Watch îro Çarșemê raportek belav kir ku tê de șîrove dike ku çawa hikûmeta Afganî di lêpirsîn û dadgehkirina ser destdirêjiyan, tirsandinê û êrîșên li ser rojnamevanan têk çûye.
Raportê got, têkçûna lêpirsîn, dadgehkirin û cezakirina kiryarên wiha, cesaret didin wan kesan ku giwaştine li ser rexnegirên hikûmetê, hêzên wê yên ewlehîyê û alîyên hêzdar li Afganistanê zêdetir bikin.
Cîgirê HRW yê li Asya, Phelim Kine got, pêwîst e Serokê Afganistanê Ashraf Ghani soza xwe ya dema kempeynê cîh bîne û her kesekî ku zêdegavî li medyayê dike bîne pêş dadgegê û piștgiriya xwe bo azadiya ragihandinê eşkere bike.