Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Amerîka Naxwaze Êşa Sîvîlên Sûrîye û Myanmarê Bibîne


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ser vekişîna Amerîka ji Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku biryara Amerîka dê wî welatî ji hewildanên cîhanî yên bo berevanîya mafên mirovan dûr bixîne.

Dîrektorê HRW’ê Kenneth Roth da zanîn ku Amerîka piştî serokbûna Donald Trump roj bi roj ji mafên mirovan dûr ketiye.

‘’Biryara Amerîka ya bo vekişîna ji Civata Mafên Mirovan ya NY’ê em şaş nekirin. Amerîka biryar da ku êşa sîvîlên Sûrîyê û yên pêkhateyên etnîk yên Mynmarê nebîne’’ Roth got.

Balyoza Amerîka li NY’ê Niki Haley bi daxuyanîyeke li Wezareta Derve biryara vekişîna Amerîka ragihandibû.

Haley dîyar kiribû ku Civata Mafên Mirovan ya NY’ê ‘’ne hêjayî navê xwe ye’’ û dabû zanîn ku endamên wê guh nedana banga reformê.

XS
SM
MD
LG