Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW bo Darizandina Mihemed Bîn Salman Serî li Dadgeha Arjantînê Dide


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), ku navenda wê li New Yorkê ye, berî Hilcivîna G20 ya li Arjantînê, serî li dadgeha Buenos Aires da ku Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman bidarizîne.

HRWê da zanîn ku tilîya Mihemed Bîn Salman di kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî de heye û ew her wiha li Yemenê jî dijî mirovahîyê tawanan dike.

Mihemed Bîn Salman dê roja Înê bo hilcivînê here Arjantînê.

Qanûnên Arjantînê rê didin ku jiber tawanên dijî mirovahîyê darizandina navneteweyî were kirin.

Dozgerîya Arjantînê hîn derbarê serlêdana HRW’ê ti daxuyanîya fermî belav nekiriye.

XS
SM
MD
LG