Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Kêmendamên li Herêmên Cengê jiber ku Nikarin Birevin Tên Kuştin


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku pirtir berevanîya endamên kêmendam yên li herêmên cengê bike.

HRW, di Roja Kêmendaman ya Cîhanî de bi daxuyanîyekê ragihand ku mêr, jin û zarokên berasteng li herêmên cengê di bin metirsîyê de ne.

Li gor daxuyanîyê HRW’ê li seranserê cîhanê pirtirê 1,000,000,000 kes berasteng in û ew 15 ji sedê nifûsa cîhanê.

HRWê da zanîn ku bi mîlyonên kêmendam jiber zordestî, tundûtûjî û cengê direvin û dîyar kir ku di danûstandinên aştîya navneteweyî de pir cîh nadin wan.

Wê rêxistinê dîyar kir ku li Îraq, Sûdana Başûr û Yemenê gelek berendam jiber ku ji cengê nikaribûne birevîyane hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG