Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW di Raporta Xwe ya Nû de Rexneyên Giran li Tirkîyê Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê raporteke taybet ya ser bûyerên li herêmên Kurdan li Tirkîyê weşand û tê de rexne li Tirkîyê girt ku nahêle pisporên serbixwe îdîayên kuştina sîvîlan vekolin.

HRW dibêje, kuştina neqanûnî ya 5 sîvîlan, bi zarê koçkirina girseyan û bi berfirehî wêrankirina mal û mulkên hemwelatîyan hinek ji zêdegavîyên in ku li herêmê hatine kirin.

HRW ji hikûmeta Tirkîyê daxwaz dike ku demûdest destûr bide Ofîsa Komîserîya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî ku têkeve herêmê û li gor standardên xwe vekolînên xwe cîh bîne.

Çavdêrîya Mafên Mirovan bi berdewamî dibêje, piştî ku peyvajoya aştîyê têk çû, şerê navbera hêzên dewleta Tirk û PKK û tundî li herêmê pirtir bûye.

“Di serdema operasyonên ewlehîyê ku ji meha Tebaxa sala borî vir ve li 22 bajar û bajarokan de hatine danan, liv û tevgera hemwelatîyan hat qedexe kirin. Di dema qedexeya derketina kolanan de destûr ji sazîyên civakî, rojnamevan û parêzvanan re nehatiye dayîn ku rewşa li erdê û binpêkirinên hezên dewletê û koma çekdar bişopînin.”

HRW lêzêde dike ku xencî wan, piştî tevabûna operasyonan jî, destûr ji Amnesty International û Doktorên bo Mafên Mirovan jî nehatiye dayîn ku îdiayên zêdegavîyan belge bikin.

Pispora Tirkîyê ya HRW Emma Sinclair-Webb dibêje, jiber ku hikûmeta çûyîna bajarên rojhilata başûr blok dike, şik û guman pirtir dibin ku Enqere naxwaze malwêranî û rûxandina heyî bê dîtin.

“Divê hikûmeta Tirkîyê rê li ber Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din yên ne-hikûmetî veke ku biksaribin serdana herêmê bikin û tiştên ku li wan deran diqewime belge bikin.”

XS
SM
MD
LG