Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Rexneyên Tund li Tirkîyê Dike ku Dengê Çapemîya Azad Birîye


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Pêncşemê raportek li ser rewşa çapemenîya Tîrkîyê belav kir.

HRW'ê da zanîn ku hikûmeta Tirkîyê seba ku rojnamevan zext û zordarîyên li ser hevrikan neşopînin û nenivîsin, hema bêje dengê hemû çapemenîya serbixwe birîye.

''Êrîşên li ser rojnamevanîya rexnegir di sala 2014'an de her çiqas giran bûn jî, piştî hewildana derbeyê, ji meha heftan a 2016'an vir ve, zêdetir bûn. Weşana rojname, radyo û televîzyonan hatine asteng kirin; gelê Tirkîyê nikare nûçeyên serbixwe bişopîne.''

Raporta ku 71 rûpel in, bi sernavê ''Bêdengkirina Çapemenîya Tirkîyê: ''Êrîşên Hikûmetê yên Ser Rojnamevanîya Rexnegir Girantir Dibin'' hat weşandin.

Di raporê de hat nîşandan ku hikûmeta Tirkîyê jibo ku rojnmavanan bigire pergala dadmendîya xwe bi kar tîne û girtina wan dispêre sûcên sexte yên wek teror û heqereta li karmendên dewletê.

HRW'ê herwiha belgeyên gef û êrîşên li ser rojnamevanan, zexta hikûmetê ya li ser nivîsên di rojnameyan de derdikevin, destdanîna hikûmetê ya li ser sazîyên taybet, cezaya diravî û girtina kanalan jî xist raportê.

''Ji bêdengkirina çapemenîyê armanca hikûmet û serokomarê Tirkîyê ew e ku rê li ber venêrîna raya giştî bigirin.'' Dîrektorê Ewropa û Rojhilata Navîn yê HRW’ê Hugh Williamson got.

''Jiber Rewşa Awarte 148 rojnamevan û xebatkarên medyayê, 169 sazîyên medyayê û weşanxane hatin girtin. Ew nîşan dide ku, mafên mirovan çawa bi zanabûn tê binpê kirin,'' Williamson bi berdewamî bal kişand.

XS
SM
MD
LG