Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Tirkîyê Ser Desteserkirinên Jiber Parvekirinên Sosyal Medya Rexne Dike


Rêvebira Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ya Tirkîyê Emma Sinclair-Webb Tirkîye jiber desteserkirinên bo parvekirinên derbarê Efrînê yên li ser sosyal Medya rexne kir.

Sinclair-Webb ji ser malpera HRW’ê da zanîn ku ‘’tehmûla hikûmeta Tirkîyê bo rexneyên dijî wê hema bêje tune’’

Dozgerên Tirkîyê jiber ‘’belavkirina propagandaya terorê’’ û ‘’sorkirina gel bo nefret û dijminîyê’’ biryara desteser kirine didin.

Sinclair-Webb da zanîn ku dozger dixwazin bi vê yekê hewil bidin ku kesên hikûmetê rexne dikin û aktîvîstan bêdeng bikin.

Jiber ‘’propagandaya terorê’’ ya li ser sosyal medya li Tirkîyê heta niha 91 kes hatine desteser kirin. Di nav kesên desteserkirî de rojnamevan û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hene.

XS
SM
MD
LG