Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Tirkîye bi Sedan Penaberan bi Zorê Vedigerîne Sûrîyê



Dîmeneke Penaberên Sûrî yên li Tirkîyê (Arşîv)
Dîmeneke Penaberên Sûrî yên li Tirkîyê (Arşîv)

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) îro Duşemê ragihand ku li Tirkîyê bi sedan xort û zilamên Sûrî di nava şeş mehan de hatin desteser kirin, êşkence kirin û bi zorê hatine ji Sûrîyê re hatine dersînor kiri

HRW dîyar kir ku penaberên Sûrî yên dersînorkirî ji lêkolîneran re gotiye ku karbidestên Tirk ew li mal, cîhên kar û li kolanan desteser kirine.

"Ew penaber di şert û mercên neguncaw de hatine desteser kirin, bûne armanca lêdan û destdirêjiyê û bi neçarî belgeyên razîbûna vegera dilxwazî îmza kirine, " rêxistinê got.

HRW ji zarê penaberên Sûrî da zanî karbidestên ew piştî rêwîtîyeke 21 saetan, bi kelepçekirî birine ser sînorê Sûrîyê û piştre jî ew bi gefa çekan şandine alîyê din yên sînorê ku derbazî axa Sûrîyê bibim.

Human Rights Watch helwesta dewlata Tirk şermezar kir û got ku kiryarên dijî penaberên ku li Tirkîyê di bin parastina demkî de dijîn, binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.

"Bi binpêkirina qanûnên navnetewî, desthilatdarên Tirk bi sedan penaberên Sûrî tevî zarokên wan, bê sedemeke rewa û bi darê zorê vegerandine bakurê Sûrîyê," lêkolînera mafên penaber û koçberan ya HRW’ê Nadia Hardman got.

Hikûmeta Tirkîyê di demên borî de îdiayên derbarê vegerandina bi zorê ya penaberên Sûrî red kiribû.

Tirkîye ji hejmara herî mezin ya penaberên Sûrî rî mêvandarî dike û dora 3,5 mîlyon Sûrî li wê dewletê dijîn.

HRW prensîba qanûnî ya venegerandinê bi bîr anî ku divê ti kes ji cîhekî re neyê vegerandin ku tirsa çavtirsandin, êşkence yan jî xeterîya mirinê hebe.

HRW bal kişand ku Tirkîyê bi peymana navnetewî pêbendîya xwe bi wê prensîbê dîyar kiriye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) meha borî dubare kiribû ku Sûrîye jibo kesên ku veigere yan bi dare zorê hatine vegerandin, ne welatekî ewle ye.

Karbidestekî Tirk di destpêka vê mehê de gotibû ku heya niha nêzî 527 hezar Sûrî bi dilxwazî vegerîne welatên xwe.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan di meha Gulanê de projeya avakirina xanîyan li herêma Îdlibê ya Sûrîyê ragihandibû û gotibû ku ew proje wê vegera 1 mîlyon penaberên ji Tirkîyê hêsantir bike.

Erdogan di demên dawî de nîşana guhertina sîyaseta Sûrîyê dide û bi serokê Sûrîyê Beşar Esad re gotûbêjan pêşnîyar dike.

Gelek Sûrî yên ku li Tirkîyê dijîn, ditirsin ku germbûna peywendîyan li ser wan wê bibe sedema zexteke mezin ku ew bi zorê ji Sûrîyê re werin şandin.

XS
SM
MD
LG