Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Înê bi raporteke nû ragihand ku Tirkîye bi deh hezaran Afganîyan ji ser sînorê xwe yê bi Îranê re paşve dişîne yan jî wan rasterast dersînorî Afganistanê dike.
HRW dibêje ku Tirkîye paşve şandina Afganîyan bê lêkolîneke rêkûpek ya ser daxwazên wan yên jibo mafê parastina navnetewî dike.
Berpirsê mafên penaber û koçberan yê HRW, Bill Frelick helwesta Tirkîye ya ser Afganîyan rexne kir.
"Tevî ku Tirkîye bi mafdarî bo mazûvanîya hejmara herî zêde ya penaberan li cîhanê piştgirî û sipasîya navneteweyî bi dest xistiye jî, ew hevdem gelek Afganîyan ji ser sînorên xwe paşde vedigerîne yan wan dersînore Afganîstanê dike, bê ti lêkolîn ya pir kêm ya ser daxwazên wan yên bo parastina navneteweyî. ”
Rapor dîyar dike ku Tirkîye ji Tebaxa 20213an vir ve, ji dema ku rexistina Talîban hat ser desthilatdarîya Afganistanê, paşdeşandin û dersînorkirina Afganîyan zêde kiriye.
HRW herwiha dide zanîn ku Afganîyên li Tirkîyê di serlêdanên bo parastina navnetewî de, têne asteng kirin û yên ku rûbirûyê dersînorkirinê dimînin, bi gelemperî derfet nabînin ku daxwaza penaberîyê bikin.
Seroktîya Rêvebirîya Koçê ya Tirkîyê ragihand ku heya 20’ê Cotmehê, di 2022’an de 238 hezar û 448 hatina koçberên dijqanûnî ya Tirkîyê hatiye astengkirin ku piranîya wan Afganî ne.
Tirkîye dibêje ku wê di 8 mehên pêşîn yên 2022’an de, 44 hezar û 768 Afganî bi rêya esmanî dersînorî Kabulê kirine, ku li gor 8 mehên pêşîn 2021’an ev ji % 150 zêde bûye.
Frelick bang li Tirkîyê kir ku nêzîkbûna xwe ya Afganîyan demûdest biguherîne û mafên wan yên navnetewî nas bike.
HRW ev raport di encama hevpeyvînên bi 68 Afganîyan amade kiriye, ku 38 ji wan bahsa 114 bûyerên paşveşandinên navbera Rêbendana 2021 û Nîsana 2022 dikin.
Hemî zilam û xortên ku bê endamên malbatê yên hevjîn rewîtî kirine ji HRW re gotiye ku ew bi xwe rastî lêdan û destdirêjîya karbidestên Tirk hatine û ew bûne şahîdên heman kiryarên dijî kesên bi wan re jî.
Hinek ji wan kesan herwiha ragihandiye ku karbidestên sînorî yên Tirk gule li ser rêka wan reşandine.
Di raporta HRW de tê ragihandin ku polîs û cendirme hejmareke girîng ji Afganîyên bê belge desteser dikin û gelek caran wan bi zorê yan jî dixapînin ku ew formên vegerandina dilxwazî îmza bikin û piştre jî wan dersînorî Afganîstanê dikin.
HRW dîyar dike ku îmza yan şopa tilîyên wan Afganîyan bo formên vegerê yên dilxwazî pir caran bi zorê, bi xapandinê yan jî bi sextekarîyê têne wergirtin.
HRW bal dikşîne ku Tîrkîye bi paşveşandin û dersînorkirinên Afganîyan, gelek xalên peymanên mafên mirovan yên navtewî binpe dike, ku vegerandina penaberan ji cîhên ku ser jîyana wan yan azadîya wan xeterî çêdikin, qedexe dike.
HRW bi bîr dixe ku Tirkîye peymanên navnetewî û xala 38’an ya Rêvebirîya Pêvajoyên Penaberîyê ya li gor qanûnên Yekîtîya Ewrupa (YE) binpe dike, jiber ku xalên welatekî sêyê yen ewledar bi cîh nake.
HRW dibejê Tirkîyê ji wan binpekirinan berpirs e, jiber ku desthilatdarên Tirk giheştina mafê penaberîyê asteng dikin, kesên ku ddaxwaza penaberîyê dikin, bi darê zorê vedigerînin û dijî koçber û kesên ku li parastina navnetewî digerin, binpêkirinên din pêk tînin.
Frelick, helwesta welatên YE jî rexne kir û got ku divê ew Tirkîyê wek welatekî sisêyan yê ewle nenirxînin.