Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Dibêjin, Êrîşa Dronê Ya Nêzîk Bingeha Hevpeymanan Vala Derxist


Arşîv:Hêzên HSDê(SDF) li rojavayê herêma Raqqa dronê difirînin.
Arşîv:Hêzên HSDê(SDF) li rojavayê herêma Raqqa dronê difirînin.

Hêzên Kurdan li Sûriyê ragihand ku wan roja Çarşemê êrîşa firoka bê firokevan (dron)ê vala der xist ya ku li nêzîk bingeha sereke ya hevpeymanan ku Amerîka serokatiya wê dike di şerî li dij DAIŞî de pêkahtî, ev êrîşa duyan ji heman şêweye ku di navbera çend rojan de pêkhatî.

Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ya ku Kurd pêşengiya wê dikin gotiye"Hêzên me li eniya pêşîyê ne di şerê li dij DAIŞê de, hêzên hevpeymanan jî li zeviyên petrolê yên Omer dimînin û rêgiriya êrîşan dronan tê kirin." Û dibêjin, li gor raprotên destpêkê êrîş nebûye sedema derketina ti zirarekê.

Hêzên Sûriya Demokrat dibêje, ev hewildana duyan bû ya êrîşên heman şêwe di navbera çend rojan de, û gotiye, "du mûşek yên ku çavkaniya wan nediyar keftiye aliyê Rojava yê zeviyên Omer yên petrolê" di demek direng yê êvariya roja Yekşema borî de, bê ku ziyanek hebe.

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, ku çavdêriya şerê li Sûriyê dike û bingeha wê li Brîtanya dimîne û endamên wê di nava Sûriyê de hene gotiye, ya herî zelal milîtanên girêdayî Îranê ne dronan ji herêmên gundewarên li derveyî bajarê Meyadîn di avêjin, ku dikeve başûrê rojavayê zeviyên petrolê.

Ev êrîşên neserkeftî yên bi dronan pêkahtin, piştî ku peyvdarê bi navê hevpeymanan gotî, 14 mûşek avêtine bingeha esmanî ya Eyn El – Asad ku leşkerên Amerîkî lê dimînin di nava Îraqê de ku hevsinore ligel Sûriyê.

Çavdêriya Sûrî dibêje, milîtanên piştevaniya Îranê dikin, roja Duşema heftiya borî çendîn mûşek arasteyî zeviyên petrolê yên Omer kirbûn ku ziyanên madî hebûn lê yên giyanî nebûn.

Ev êrîş pêkhatin piştî ku şevekê berî Amerîka êrîşên esmanî li dij 3 armancan bo ser grûpên girêdayî Îranê pêkanîbûn, yên ku herêma sinorî ya rojavayê Îraqê û rojhilatê Sûriyê bikar tînin.

Îran û Rûsya piştevanên sereke yên rejîma Şamê ne di şerê Sûriyê de yê ku zêdetirî 10 salane dom dike.

XS
SM
MD
LG