Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD 24 Leşkerên Xwe ji Detsên DAIŞê Rizgar Dike


Men suspected of being Islamic State are searched by a member of the Kurdish-led Syrian Democratic Forces (SDF) after leaving the IS group's last holdout of Baghuz, in Syria's northern Deir Ezzor province, Feb. 27, 2019.
Men suspected of being Islamic State are searched by a member of the Kurdish-led Syrian Democratic Forces (SDF) after leaving the IS group's last holdout of Baghuz, in Syria's northern Deir Ezzor province, Feb. 27, 2019.

Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Pêncşemê ragihand ku wan 24 leşkerên xwe yên di nav destên DAIŞê de bûn li Baxoz hatin rizgarkirin.

Baxoz bingeha her dawî ya çekdarên DAIŞê lê dimîne li rojhilatê Sûriyê li nêzîk sinorê Îraqê, lê Hêzên Sûriya Demokrat ya ku ji aliyê Amerîk ve tê piştevanî kirin neda zanîn kanê bi çi awayî ew şervan hatine rizgar kirin.

Herwiha HSDê eşkera nekir kanê şervanên wan yên din hêjî girtî hene di destên DAIŞê de li Baxoz yan na.

HSDê di daxûyaniyekê de ragihand ku derxistina sivîlan li bingehê dawî yê DAIŞê li Baxoz dom dike û got, ew şiyan di korîderekî bi ewle re sivîlan derbaz bikin.

Ev çend hefteye Baxoz ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat û hêzên hevpeymanan ve hatiye dorpêç kirin, heta niha bi hezaran kesên sivîl ji Baxoz hatine derxistin, herwiha hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞê xwe radest dikin yan tên êxsîr kirin.

HSD dibêje, di nîv kîlometra çargoşe de li Baxoz hejmarek çekdarên DAIŞê xwe asê kirine ewê yan xwe radest bikin yan bi rêya êrîşan bihên jinav birin û dawiyê li Dewleta Îslamê DAIŞê li Sûriyê bînin.

XS
SM
MD
LG