Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku hêzên bi rêberîya Kurdan, Dêrezor ya li rojhilata Sûrîyê xistiye bin kontrola xwe.
Reutersê ev agahî demeke kin berî niha ji zarê du jêderên ewlekarîyê ragihand.
Li gor ragihandina wê ajansê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, îro Înê piştî nîvro tevahîya Dêrezorê xist bin kontrola xwe.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê dîyar kiribû hêzên hikûmeta Sûrîyê û hevbendên wan yên Îranî ji Dêrezorê ji nişka ve vekişîne.
Rêberê SOHR’ê Ramî Abdel Rahman ji AFP’ê re gotibû ku jiber pêşveçûna serhildayan hêzên hikûmetê û hevbendên wê ji Dêrezorê derketine.
Rahman dîyar kiribû ku ew hêz û hevbend ber bi navenda Palmîra ve çûne.
Jêderekî ewlekarî yê Îraqî jî dîyar kir ku HSD dikare di 24 saetên pêş de Albukemal ya Sûrîyê ya nêzî sînorê Îraqê bistîne.
Pêşveçûna HSD’ê di vê demê de ye ku serhildayên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El Şam Humus dorpêç kiriye.
Serhildayan hefteya borî Heleb û vê hefteyê jî Hama sitandibû û derba herî giran ya salên dawî li Esad xistibûn.
Jêder: Reuters, AFP