Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Serkirdeyekî DAIŞ'ê li Gundewarên Dêrezorê Hat Girtin


HSD, Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê
HSD, Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêrazorê

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ragihand ku wan serkirdeyekî berê yê rêxistina terorîst ya DAIŞê girtine.

HSD'ê di daxuyaniyekê de got, "Di operasyoneke ewlehiyê de li gundên rojhilatê Dêrezorê, yekîneyên taybet yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkirdeyekî berê yê rêxistina terorîst ya DAIŞê û berpirsê şaneyên terorîst yên çalak li herêmê girtin."
Hesaba fermî ya HSDê di twîtekê de weha ragihand:

"Operasyon di bin çavdêriya hêzên esmanî ya hevpeymaniyê de pêk hat û serkirdeyê ku di veguhestina çek, cebilxane û pereyan bo şaneyên rêxistinê li Dêrezorê û bakurê rojhilatê Sûriyê û herwiha plankirina êrîşên şaneyên ku wî serperiştiya wan dikir, hat girtin.


HSDê di daxuyaniyekê de herwiha ragihand ku hêzên wan bi piştgiriya hêzên hevpeymaniya navdewletî ji bo aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dê berdewam bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku du roj berê, roja Duşemê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)ê roja daxuyaniyek weşamd û got ku hêzên wê serkirdeyekî payebilind yê DAIŞê, bi navê Ebdul-Hadî Mehmûd el-Hacî Elî ku "plandaner û berpirsê êrîşên terorîstî li Rojhilata Navîn û Ewropayê" bû, operasyonekê de hat kuştin.

Di operasyona ku li bakurê Sûriyeyê hat lidarxistin de 2 çekdarên din yên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

Jêder: SDF/CENTCOM/SOHR

XS
SM
MD
LG