Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl Bo Reuters: Cîhan Hemû Dizane Hebûna DAIŞ'ê li Efrîn Tune Ye


Rêdûr Xelîl berpirsekî HSD'ê
Rêdûr Xelîl berpirsekî HSD'ê

Hêzên Sûriya Demokrat HSD, raportên artêşa Tirk red dike yên ku, dibêjin endam û çekdarên DAIŞ'ê li Efrînê hene.

Rêdûr Xelîl ku, yek ji berpirsên di asta bilind ya HSD'ê de ye gotiye ajansa Reuters "Cîhan hemû dizane ku DAIŞ li Efrînê nîne".

Rêdûr Xelîl herwiha got, Tirkiyê di daxûyaniyên leşkerî de, hejmara qûrbaniyên HSD û YPG zêde dibêje, Xelîl tenê got, kuştî ji herdu aliyan hene bê ku hejmara qûrbaniyan bêje.

HSD ku ji şervanên Kurd û Arab pêk tê û Amerîka piştevaniya wan dike, roja Çarşemê di daxûyaniyekê de eşkere kirk û ti rastî jibo hebûna DAIŞ'ê li Efrînê nîne.

Artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûrî yên hevpeyman ligel Tirkiyê 4 rojan berê dest bi êrîşa ser Efrînê kir bûn jibo ji kontrola şervanên Kurd YPG'ê derbînin.

Tirkiye, di wan êrîşan de eniyeke nû ya şerê Navxweyê Sûriyê vekir ku, gelek alî di wî şerî de di beşdarin, dibe ku êrîşên nû plana Amerîka ya avedan kirina û tenhaiya li herêmê têk bibe ku, dûre ji kontrola rejîma Beşar Asad.

Yekîneyên Parastina Gel YPG û HSD ku, paraniya şervanên wan Kurd in, bi piştevaniya Amerîka şiya bûn herêmeke berfireh li Bakur û Rojavayê Sûriyê ji çekdarên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Berpirsekî mezin yê Amerîkî gotiye, dibe roja Çarşemê serok Trump bi rêya telefonê ligel serokê Tirkiyê R.T. Erdogan biaxive û nerihetiya xwe ya êrîşên Tirkiyê yên liser şervanên Kurd ji Erdogan re bêje.

XS
SM
MD
LG