Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Operasyonên Hevbeş yên bi Koalîsyona Navnetewî re Radiwestîne


Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Aram Henna îro Înê dîyar kir ku wan operasyonên hevbeş yên ligel koalîsyona bi pêşengîya Amerîka re rawestandine.

Henna got ku jiber tevgerên Tirkîyê ew neçar mane ku operasyonên ligel koalîsyonê yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bisekînînin.

Tirkîye di demên dawî de êrîşên xwe yên li bakurê Sûrîyê zêde kirine û hazirî dike ku di erdê re jî li wê herêmê operasyonan çêke.

HSD’ê ew demek e hişyarî dida ku operasyonên Tirkîyê zararê didin têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Amerîka, HSD’ê di têkoşîna dijî terorê de wek aktoreke girîng dibîne.

Karbidestên Pentagonê vê hefteyê li dû hev dan zanîn ku ew naxwazin ku Tirkîyê operasyonan bibe ser bakurê Sûrîyê.

Herî dawî, Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin dîyar kiribû ku ew bi tundî dijî operasyona Tirkîyê ne.

Di rojên borî de Fermanderê HSD’ê Mazlum Ebdî bang li Amerîka kiribû ku dijî Tirkîyê helwesteke tundtir nîşan bide.

XS
SM
MD
LG