Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Baxozê roja Pêncşemê 1300 kesên din radest bûne.
HSD’ê operasyona dijî Baxozê, ku herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye, roja Yekşemê dabû destpê kirin.
Berdevkê HSD’ê Mustafa Balî ji Twitterê dîyar kir ku ji serê sibehê vir jimareke endamên DAIŞ’ê û malbatên wan radest dibin.
Ajansên navneteweyî didin zanîn ku gelek kesên radest dibin birîndar in.
Ji alîyê din ve, HSD’ê ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve 112 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.