Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Hemî Cîhan Dizane ku li Efrînê DAIŞ Tune


Karbidestekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Reuters’ê re da zanîn ku li Efrînê çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) tune ne û Tirkîyê bi ragihandina çewt tawanbar kir.

Rayedarên Tirkîyê dîyar dikin ku li Efrînê ew dijî çekdarên DAIŞ’ê jî şer dikin.

Karbidestê HSD’ê Rêdûr Xelîl dîyar kir ku wan heta niha ji Artêşa Tirk û ji Artêşa Azad ya Sûrîyê bi dehan kes kuştine.

‘’Hemî cîhan dizane ku DAIŞ li Efrînê tune, Enqere agahîyên şaş dide civaka navneteweyî’’ Celîl got.

Xelîl da zanîn ku Artêşa Tirkîyê hejmara kuştîyên HSD’ê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ya rast pir zêdetir nîşan dide.

XS
SM
MD
LG