Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Operasyonên Dijî DAIŞ'ê Radiwestîne


Çekdarên HSD'ê li Reqa
Çekdarên HSD'ê li Reqa

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, ragihand ku operasyonên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) rawestandine.

Berdevka HSD’ê Lîlwa Abdullah da zanîn ku jiber êrîşên Tirkîyê yên bi ser Efrînê de wan operasyonên dijî DAIŞ’ê rawestandine.

‘’Jiber ku hêzên me yên li rojhilata Feratê beşdarî Berxwedana Serdemê bûn, operasyonên me yên li hêla Dêrezorê sekinin.’’ Lîlwa got.

Lîlwa dîyar kir ku çekdarên DAIŞ’ê yên li hêla Dêrezorê hatine dorpêç kirin û tenê gava ew êrîş dikin hêzên wan bersîvê didin.

HSD’ê li dora Dêrezorê di 9’ê Îlona 2017’an de dest bi operasyona dijî DAIŞ’ê kiribû.

XS
SM
MD
LG