Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên HSD Ketin Gundên Dêrezorê


HSD
HSD

Reuters'ê do Sêşemê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Amerîka piştgirîya wê dike, ketin gundên Dêrêzor ya ku kontrola wê di dest DAIŞ'ê de ye.

Çavkanîyeke leşkerî ya Kurd ji ajansê re da zanîn ku, HSD ji alîyê Hesekê, ku li bakurê Dêrezor'ê ye, operasyonê didomîne.

HSD, berî çend rojan dest bi qonaxa nû ya operasyona Reqa kiribû û armanca wê ya sereke jibo têkiliya di navber çekdarên DAIŞ'ê de qut bike girtina rêya Dêrezor û Reqa bû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku li Dêrezor'ê di êrîşên firokeyan de 11 kes hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne, lê wê negot ku êrîş kê pêk anîne.

HSD, ku hêza wê ya mezin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, di operasyona berdewam de heta niha 15 gundên li herêma Dêrezorê jî bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG