Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Hin Komên HSD'ê Derbazî Efrînê Bûn


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku hin komên Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) jiber operasyonên Tirkîyê derbazî Efrînê bûne.

Mattis, ji rojnamevanan re da zanîn ku jiber bûyerên li Efrînê bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) sist bûye û hin komên di nav HSD’ê de jî jiber piştgirîya Kurdên li wî bajarî çûne wê herêmê.

Mattis dîyar kir ku 50 ji sedê HSD’ê ji Kurdan pêk hatiye û got ku ‘’Ew dibînin ku dostên wan yên li Efrînê di bin êrîşan de mane û jiber vê bala wan diçe ser wê herêmê’’

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), pêşengîya HSD’ê dike û di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevalbenda Amerîka ye. Tirkîye, YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

XS
SM
MD
LG