Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Ser Minbicê Bersîva Gotinên Erdogan Dide


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dîyar kir ku ger Tirkîyê bi operasyona Efrînê re berê xwe bide Minbic ya ku li rojhilat 100 kîlometre dûrî wî bajarî ye, ewê bersîva êrîşan bidin.

Berdevkê Konseya Leşkerî ya Minbicê ya HSD’ê Şervan Derwêş da zanîn ku ew bo bersîvdana êrîşên Tirkîyê û hevalbendên wê amade ne.

‘’Me tedbîrên xwe sitandin û hêzên xwe li enîyan bi cîh kirin’’ Şervan Derwêş got.

Derwêş da zanîn ku bo parastina Minbicê bi koalîsyona navneteweyî re bi awayekî hevpar dixebitin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kiribû ku operasyona Efrînê bi awayekî serkeftî didome û gotibû ku ewê ji Minbicê destpê bikin û li ser temamê sînorê xwe ‘’vê lîstîkê hilweşînin û pêşde herin’’

XS
SM
MD
LG