Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Esad Sembola Xîyanetê Ye


Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîke nivîskî bersîva daxuyanîyên Serokê Sûrî Beşar Esad da, ku Kurd wek xayin bi nav kiribû.

HSD’ê ragihand ku Esad sembola xîyanetê ye û bi daxuyanîyên wiha rûyê xwe yê rastîn nîşan dide.

Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Xewla ji Dengê Amarîka re got ku di dema HSD’ê Sûrîyê ji DAIŞ’ê rizgar dikir, rejîma Esad sîvîlan dikuştin.

Berdevka operasyona Bagera Cizîrê, Lîlwa Ebdulah rejîma Sûrî hîşyar kir ku ger êrîş ser HSD’ê pêk were, ewê bersîva êrîşan bidin.

“Erka serekî ya hêzên me şerê terora DAIŞ’ê ye, lê ger hêza me bibe armanca êrîşan, ji kîjan hêzê were, emê bersîveke tund bidin."

Bi alîyekî din ve, hevserokê TEV-DEM’ê, Aldar Xelîl jî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku gotinên Esad ragihandina şer e.

Kerem kin guhdarîya vê raportê bikin:

ZO_12_19_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG