Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Zevîya Petrolê El-Omar ya Rojhilata Firatê ji DAIŞ'ê Rizgar Kir


Di vê fotoya arşîvê de qadên neftlê li Rimêlanê xwanê dibin
Di vê fotoya arşîvê de qadên neftlê li Rimêlanê xwanê dibin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Yekşemê ragihand ku şervanên wê mezintirîn zevîya petrolê li Sûrîyê, El-Omar ku bi ser Dêrezorê ve ye, xist bin kontrola xwe.

Berpirsê ragihandina HSD'ê Mustefa Balî ev agahî ji Dengê Amarîka tekez kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê, Abu Xewla da zanîn ku operasyona Bagera Cizîrê bi awayekî bilez pêşve diçe û niha şerekî giran li derdora bajarokê Mergeda heye.

Hêjeya balkişandinê ku hêza hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê, bi armanca kontrolkirina El-Omar berî hefteyekê bajarê El-Meyadîn kontrol kir û çem derbaz kir, lê HSD'ê bi awayekî bilez ew zevî kontrol kir.

Rojnamevan Hisên Zêdo jî dîyar kir ku girtina qada neftê ya El-Omar jibo HSD'ê serketineke pir girîng e.

ZO_10_23_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG