Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Jiber Êrîşên Xwekujî yên DAIŞ'ê Pêşdeçûna li Reqa Giran Bûye


Şervanekî HSD'ê li Reqa
Şervanekî HSD'ê li Reqa

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, li dora nîvê bajarê Reqa ji destê DAIŞ'ê derxist, lê jiber êrîşên xwekujî û mayînên ku rêxistina tundrê li hindur bajêr bi cîh kirine, pêşdeçûn giran bûye.

HSD'ê di 6'ê Hezîranê de dest bi operasyona rizgarkirina Reqa kiribû.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ji esmên û hêzên Amerîkî jî di asta şêwîrmendîyê de, ji erdê alîkarîya HSD'ê dikin.

Ji destpêka operasyonê ve, HSD ji rojhilat û rojavayê Reqa pêşde diçe.

Berdevka hêzên Kurdan Nesrîn Abdullah, ji AP'ê re dîyar kir ku jiber mayînan pêşdeçûna li Reqa giran bûye.

Xanim Nesrîn da zanîn ku DAIŞ'ê, jiber dorpêça ku berfirehtir dibe êrîşên xwe yên xwekujî zêdetir kirine.

"Reqa bû bajarê kemînên bubî û ew jî nîşan dide ku DAIŞ qelstir dibe. Ji alîyê din ve, sîvîlan wek mertal bi kar tînîn ku ew jî pêşdeçûnê giran dike" Xanim Nesrîn got.

Xanim Nesrîn herwiha dîyar kir ku 45 ji sedê Reqa di bin kontrola HSD'ê de ye û 8 tax bi temamî ji destê DAIŞ'ê hatine derxistin.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî HSD'ê nîvê Reqa ji DAIŞ'ê sitandîye.

XS
SM
MD
LG