Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Hindurê Reqa Pêşde Diçe


Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa
Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka herêma kevn ya Reqa û mizgefta wê ya dîrokî bi dest xist.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ser pêşketinên nû yên li Reqa daxuyanîyek da.

Bidestxistina Mizgefta Mezin ya Reqa û herêma dîrokî ya wî bajarî, di têkbirina DAIŞ’ê de wek gavekî girîng tê dîtin.

Berdevkê Koalîsyonê Ryan Dillon got ku ‘’rizgarkirina herêma dîrokî nişana wêrekîya HSD’ê ye’’

Dillon da zanîn ku HSD mal bi mal şer dike û li taxên derveyî Reqa jî pêşketinên girîng bi dest xistine. Dillon herwiha dîyar kir ku sîvîlên li wan herêman jî hatine derxistin.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hefteya borî dîyar kiribû ku beşên dawî yên herêma dîrokî bi dest xistine.

HSD, piştî dorpêçkirina ku bi mehan dom kiribû, di meha Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû.

Dîwarên bajarê kevn li navenda Reqa ye, lê rojavayê wî bajarî hîn di destê çekdarên DAIŞ’ê de ye.

HSD dîyar dike ku 65 ji sedê Reqa di bin kontrola wê de ye.

XS
SM
MD
LG