Lînkên eksesibilîtî

HSD'ê li Reqa Serketina Fermî Ragihand


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, li Reqa ya ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) wek paytaxta xwe nîşan dide, serkeftina xwe ya fermî ragihand.

Berpirsên HSD'ê bi preskonferansekê serkeftina li Reqa ragihand.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di nava hefteyê de dîyar kiribû ku kontrola Reqa bi temamî bi dest xistîye.

DAIŞ'ê di sala 2014'an de Reqa xistibû bin kontrola xwe.

Li Sûrîyê hin herêmên li Dêrezorê û li ber Çemê Feratê hîn di destê DAIŞ'ê de ne.

XS
SM
MD
LG