Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje Ew Dikare Dijî Tirkîyê bi Artêşa Sûrî re Hevkarîyê Bike


HSD li Dêrazorê

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî operasyona Tirkîyê dikare bi artêşa Sûrî re hevkarîyê bike.

Reutersê ew agahî îro Sêşemê ji zarê HSD'ê ragihand.

HSD da zanîn ku ew hazır e ku bi hevkarîya arteşa Sûrî axa welêt biparêze.

Tirkîye, HSD'ê, ku pêşenga wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, dijî axa wek gef dibîne û bo bakurê Sûrîyê hazirîya operasyonê dike.

Karbidestên Amerîkî HSD'ê di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wek hevkareke girîng dibînin û Tirkîyê ser operasyona gumankirî hişyar dikin.

HSD'ê da zanîn ku wan piştî civîneke demûdest biryara hevkarîya bi artêşa Sûrîyê re daye.

XS
SM
MD
LG