Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Sûrî Dibêje Wan Êrîşa DAIŞ'ê ya Ser Mezargeha 'Seyîde Zeyneb' Têk Bir


Bajarê Şamê Sûriya
Bajarê Şamê Sûriya

Ajansa Dewleta Sûrî SANA roja Şemiyê ragihand ku Rêveberiya Îstîxbarata Sûriyê êrîşeke rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)'ê li ser mezargeha Seyîde Zeyneb ya li taxeke Şamê pûç kir, ku ziyartegehe navdar û mezin ya mezhebê Şî'a ye.

Wê got ku endamên şaneya DAIŞê berî ku karibin teqînekê di hundirê perestgehê de biteqînin hatin girtin.

Êrîşa têkçûyî dê tirsê peyda bike ku hêviya vegera DAIŞê li Sûrîyê pêk bîne piştî hilweşîna serok Beşar El Esed li meha borî.

Hin Sûrî û hêzên biyanî nîgeran in ku serkirdeyên nû yên welat, ku ji koma îslamî ya Sunnî Heyet Tehrîr El Şam (HTÛ)ê ne û Esed di 8ê Kanûna Duyê de têk bir bû, dê rêvebiriyeke îslamî ya tundrê li ser welatekî ku pirrengî yê ol û netewan ferz bikin, yên wek Durzî, Kurd, Kiristiyan û Şî'a e.

Lê ragihandina hikûmeta defakto ya Sûriyê derbarê têkbirina êrîşeke ser bawermendên Şîea mezheb tê hêvî bide ku ew ê hindikahiyên olî biparêzin.

Berpirsekî istixbaratî ji SANA re got: "Rêveberiya Îstixbarata Giştî hemû îmkanên xwe bikar tîne ji bo rûbirûbûna hemû hewldanên armanckirina gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ve."

Dewleta Islamî, grûpa çekdar a misilmanên sunnî, êrişên berê li nav perestgehê û derdora wê girtibû ser xwe, di nav wan de sala borî û teqînek di 2017 de ku bi kêmî ve 40 kes kuştbûn.

mezargeha Neviya Mihemed Pêxember, Seyîde Zeyneb ku ji aliyê misilmanên Şî'a ve rêz lê tê girtin û weke mezargeheke pîroz ya bawermendên Şî'a tê naskirin 10 kîlometran li başûrê Şamê ye, heciyên Şî'a ji derdora herêmê serdana wê dikin.

Parastina mezargehê di dema şerê navxweyî yê Sûriyê yê 13 salî de erka ser milên hemî milîsên Şî'a yên ji herêmê bû ku di heman demê de desthilata Esed jî di parastin.

Lê hilweşandina Esed di meha borî de bi awayekî berçav şiyanên hêzên Şî'a li Sûriyê kêm kir, di nav de Îran û Hizbullah ya Lubnanî ya hevalbenda Tehranê lawaz bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG