Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Huda-Par Dibêje Ewê Sonda Parlamanterîyê Bixwin


HUDAPAR
HUDAPAR

Serokê Partîya Doza Azad (Huda-Par) Zekariya Yapicioglu got ku ewê sonda parlamanterîyê bê kêmahî bixwînin.

Yapicioglu dîyar kir ku ti plana wan tune ku ew gotinekê li sondê zêde bikin yan ji wê derxin.

‘’Me negot em sond naxwin. Em hatin parlamanê ku bi awayê herî baş jibo gelê xwe xizmetê bikin.’’

Wî got ku ji kîjan hêlê dibe bila bibe ewê hewil bidin ku jibo hemî hemwelatîyan di xizmetê de bin.

Huda-Par di 14’ê Gulanê de ji lîstên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ketibû hilbijartinan.

Xêncî Yapicioglu, ji Entabê Şehzade Demîr, ji Batmanê Serkan Ramanli û ji Mêrsînê Faruk Dînç ketine parlamanê.

XS
SM
MD
LG