Parlamanterê Partîya Doza Azad (Huda-Par) yê Êlihê Serkan Ramanli banga bijartina dersa zimanê Kurdî kir.
Ramanli dîyar kir ku ger ew dersa Kurdî bibêjirin ewê hikûmet jî mecbûr bimîne ku mamosteyên zimanê Kurdî tayîn bike.
“Her ku diçe zimanê me jî hinda dibe, zarokên me bi zimanê xwe nizanin, dê û bav li malê jî bi zimanê me naaxivin. Ev birîneke me ya kûr e.”
Wî dîyar kir ku divê sîyasetvan bi hev re xwedî li bijartina dersa Kurdî derkevin û got ku ev kar karê hemî partîyên gelê Kurd e.
Ramanli got ku ‘’yên ku dil dabin DEM Partî, AK Partî, HUDA PARê jî heta yên ku dil dabin CHP’ê jî her çi Kurd bin, lazim e xwedî li zimanê xwe derkevin.’’
Li gor daxuyanîya Rêvebirîya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn ya Wezareta Perwerdeya Tirkîyê li dibistanekê ger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî bibijêrin, wê dersa Kurdî li wê dibistanê were dayîn.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8’an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya onlayn yan nivîskî jibo dersa Kurdî serlêdanê bikin.
Jêder: X