Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Meceristanê Ji Ber Lêborîna Mehkûmekî Destdirêjiya Zayendî Dest Ji Kar Kişand


Seroka Meceristanê Katalin Novak
Seroka Meceristanê Katalin Novak

Seroka muhafizkar a Meceristanê dest ji kar kişand di nav berteka giştî de ji ber lêborîna ku wê dabû mêrekî ku wek hevkarê dozeka zêdegaviya zayendî ya zarokan hatibûn mehkûmkirin, biryareke ku skandaleke siyasî ya nedîtî ji bo hukûmeta neteweperest a demdirêj derxist holê.

Katalin Novak a 46 salî, roja Şemiyê di peyameke televîzyonê de ragihand ku ew ê dest ji serokatiyê berde. Ew ji sala 2022an ve serok bû.

Biryara wê encama zêdetirî hefteyekê ji hêrsa gel bû, piştî ku hate eşkerekirin ku wê di Nîsana 2023an de, lêborîna serokatiyê daye zilamekî ku bi veşartina komek destdirêjiyên zayendî yên zarokan li maleke zarokan a dewletê hatibû mehkûmkirin.

Novak roja Şemiyê got: "Min lêborînek derxist ku bû sedema dilgiranî û nerehetiya gelek kesan…Min şaşiyek kir."

Destkişana ji kar a Novak wek tevliheviya siyasî hat, ji bo partiya desthilatdar a neteweperest a Macarîstanê Fidesz, ku ji sala 2010an ve bi piraniya destûrî hukum dike.

Di bin serokatiya serokwezîr Viktor Orban de, Fidesz hat tawanbarkirin bi hilweşandina dezgehên demokratîk û sextekirina pergala hilbijartin û medyayê ji bo berjewendiya xwe.

Çavkanî: Associated Press

XS
SM
MD
LG