Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Rojnamevan Hulya Emeç bi Girtinê Siza Da


Arçîv: Rojnamevan Hulya Emeç li gel hejmarek rojnamevanên din
Arçîv: Rojnamevan Hulya Emeç li gel hejmarek rojnamevanên din

Peymanêra berê ya Ajansa Dîcleyê û WAN TV'yê Hulya Emeç, jiber nûçeyekê hat cezakirin.

Hulya Emeç di sala 2014'an de dema peyamnêra DİHA'yê bû, nûçeyek çêkiribû li ser mirina Şefik Tunuç, dem ku polîs diçin ser mala Wî û di encam de sekteya dil derbas dike û dimre.

Hulya li ser vê bûyerê bi hevjîna Şefik, Hafize Tunuç Hafize Tunuç re axivî bû û rêportajek bi wê re çûkir kir û nûçeyek amade kir. Lê bi hiceta ku ev nûçe " saziyên Ewlekariyê" reş dike, di heqê wê, Hafize Tunuç û sê rêvebirên DİHA'yê de doz hat bû vekirin.

Roja Duşemê Dadgeha Gevaşê 6 meh cezayê hepsê li Hulya Emeç û Hafize Tunuç birîn. Emeç jiber 7 sal û 6 meh cezayê hespê koçê Swisreyê kir.

Di prosa ku Hulya Emeç xwest derbasî Swisre bibe, mehek li balafirgeha Zurihê girtî mabû. Jiber hiceta ku ew ji ser Brezilya çûye Swisre û Swisre wealtê Brezilya weke welatek biewle qebûl dike.

Di wê demê de Dengê Amerîka li ser rewşa wê raporek berfireh amadekiribû. Piştî kampeynan serdana Emeç hatibû qebûlkirin, neha prosa yasayî didome.

Hulya ji Dengê Amerîka re cezaya nû şîrove dike û behsa dijwariya jiyana penabertiya siyasî dike.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed 06 08 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00

XS
SM
MD
LG