Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Hulya Emeç 15 Rojin li Balafirgeha Zurihê Girtî ye


Hulya Emeç
Hulya Emeç

Hulya Emeç heft salin peyamnêriyê dike. Di ajansa Dicleyê de dest bi kar kir û li Wan, Stembol, Amedê gelek raportan çêkir. Paşê derbasê televiyona Wan Tv bû lê jiber ku ew kalan bi biryaranama di hikmê qanunê de hat giritn demek dirêj bêkar ma. Demekî jibo ajansa nûçeyan a Feratê raportan amade dikir.

Lê di heqê wê de, ji gelek nûçeyên ku çêkiriye doz hat vekirin û bi iddiaya ku endama rêxistina terorê ye 7 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn.

Hulya piştî ku hîn dibe ceza lê hatiye birîn, bi pasaporta dibe, ew ji ser Gurcistanê diçe Brezilya û ji wir dixwaze derbasê Swisre bibe û bibe penaber.

Lê jiber ku li gorî yasayên Swisre Brezilya welatek bi ewle ye Hulya li balafirgeha Zurihê tê desteserkirin.

Di nav çend rojan de Hulya Emeç dişînin Brezilayê.

Rojnamevana Kurd dibêje di nav çend rojên ku li Brezilya maye ditiye ku ew welat jibo jinan bir welatek xerabe û li wir ne rê dizane ne kesek nas dike.

Ew dibêje neha ketiye xema jiyana xwe lê dixwaze hare welatek bi ewle û li wir karê xwe yê rojnamevaniyê jî bike.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00

XS
SM
MD
LG