Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 5 Kes li Humsê Hatine Kuştin


Fotoyeke arşîvê ji Humsê
Fotoyeke arşîvê ji Humsê

Reuters’ê ji zarê ajansa SANA ya ya dewleta Sûrî ragihand ku îro Çarşemê li Humsê, di peqîna bombeyeke nav otobusekê de 5 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî piştrast kir ku di peqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Nûçegihanê SANA yê li Humsê got ku terorîstan, li Taxa el-Zehra otobuseke biçûk ya rêwîyan kiriye armanc.

Li bajarên bin destê hikûmeta Sûrî vê dawîyê peqîn zêde bûne ku di meha Sibatê de jî li Humsê bi peqîn û gulereşandinê bi dehan kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG