Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hungarya Bernivîsa Ser Endamtîya Swêdê ya li NATO Îmza Kir


Serokê Macaristanê Tamas Sulyok bernivîsa ser pejirandina endamtîya Swêdê ya li NATO erê kir.

Bi îmzakirina Sulyok re rê li ber Swêdê vebû ku di rojên pêş de bi awayekî fermî bibe endama 32’yan ya NATO.

Swêdê, piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir sîyaseta xwe ya bêalî terikand û jibo pirtir ewlekarî serî li NATO da ku bibe endam.

Wezîrê Berevanî yê Swêdê Pal Jonson got ku ew hêvî dikin ku heta çend rojan bibin endama hevpeymanîyê.

‘’Ew, hem jibo Swêdê hem jî jibo NATO baş be. Endamtîya Swêdê ya li NATO wê jibo îstiqrara li herêma Ewrupa-Atlantîk jî baş be,’’ Jonson di preskonferansekê de li Stockholmê got.

Piranîya dewletên NATO serlêdana Swêdê demûdest pejirand, lê Tirkîye û Macaristan, ser piştgirîya Stockholmê ya jibo komên Kurd û rexneyên wê yên dijî hikûmeta Hungarî peyvajoya endamtîya dereng xistin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG