Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Duyemîn da Dagirkirina Parlamena Iraqê Berdewam Dike


Xwepêşandanên Îraqê
Xwepêşandanên Îraqê

Bi sedan kes ji alîgirên Muqteda Sedr roja yekşemê di parlamena Îraqê da roja duyemîn dagirkirina xwe berdewam kirin.

Tevî gaza rondikrêj, û germahiya gihîştîye 47 dereceyan, alîgirên Sedr roja Şemiyê havêtin ser parlemanê piştî ku barîkatên betonî yên giran li ser rêyên ku diçin Herêma Kesk ya parastî û avahiyên dîplomatîk û yên hikûmeta Bexdayê lê hene hilweşandin.

Nêzîkî deh mehên piştî hilbijartinên Cotmehê, Iraqê hêşta hikûmetek nû ava nekirîye tevî danûstandinên bihêz di navbera aliyan da.

Şirovekar dibêjin Muqteda Sedr, melayekî ku demekê hêzên çekdar li dijî hêzên Amerîkî û hikûmeta Îraqî bi rê ve dibir, xwenîşandanên kolanan bikar tîne da ku nîşan bide ku divêt nêrînên wî di avakirina hikûmetê da bihêne hesibandin.

Sedema dagirkirina Parlemanê biryara bloka rikeber ya Şîî bû, ku alîgirê Îranê ye û Mihemed Şîa el-Sudanî ji bo posta serokwezîriyê hilbijartibû.

Spêdeya Yekşemê, xwenîşanderan meha Muherremê ya misilmanan, ku cejneke kevneşopî ya Şîeyan e, bi sirûdên olî û xwarinên komî pîroz kirin.

Bloka Sadr di hilbijartinên meha Cotmehê da weke mezintirîn gruba parlemanê derket, lê hêşta jî piranî dest nexistibû.

Di Hezîranê de 73 parlamenterên wî bi mebesta ku rêyê vekin bo avakirina hikûmeta nû dest ji kar berdan.

Ev bû sedem ku bloka alîgirê Îranê bibe bloka herî mezin di parlamentoyê da, lê dîsa jî li ser navê serokwezîrek nû, serokek nû û kabîneya nû pêkhatinek çênebûye.

XS
SM
MD
LG