Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kîto Sîno: Hunera Azad Dikare Civatek Azad Ava Bike


Hunemed Kîto Sîno, di gera xwe ya hunerî de, herdem bi dû baweriya xwe ve ketiye, Ji gundê xwe Herem Reş, ta Biroksilê, cihê ku lê dijî.

Li Biroksilê, berî 18 salan, kîto xewna xwe li vî bajarî ava dike, hin car bi hunera xwe û hin car jî bi çalakiyên balkêş di atoliya xwe de.

Kîto, cihê karê xwe, hunera xwe , li ber her kesekî vekiriye, da ku çalakiyên roşenbîrî, çandî lidar xin.

Di Atoliya Kîto de, Kurd, Ereb, Belcîkî, Fresnî û Amazîxî..., tev de li wir tên ba hev, li hev guhdar dikin û karên hevbeş dikin, ew karên ku siyaset û ol nikare di nav wan de dursit bike.

Di vê hevpeyvîna bi Kîto re, ew hûrbîniyên piroja xwe ron û zelal dike.

Kîto Sîno di sala 1967'an de li gundê Herem Reş li parêzgeha Hesekê ji dayik bûye û ji sala 1988'an de ji welêt derketiye.

Kîto di sala 2000'an de berê xwe da Belçîka û ta vê demê li wir bi cî û war bûye.

Naveroka proja Kîto li ser mirovan e, Bi pirsên wicdanî ew berhemên xwe di afirîne, Ji nîgarkêşiyê, pêkersaziyê, Cam û Mûzayikê ve hest û ramanên xwe tîne ziman.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:53 0:00

XS
SM
MD
LG