Mezadgeha Sotheby’s ya hunera cîhanî li London pêşangehek taybet bi alav û tiştên girêdayî jiyana stiranbêjê Brîtanî yê naskirî Freddie Mercury vekir.
Ev pêşangeh bi rengekî balkêş hatiye amadekirin da ku beşekî rasteqîn ji jiyana vî hunermendî pêşkêşî hezkiriyên wî bike. Ev yek jî bi rîya avakirina mînaeke rasteqîn ji mala wî di nava mezadgehê de bi hemû tiştên ku wî di wê malê de bikar tanî, hatiye kirin.
Tiştên pir giranbuha û taybet tê de hene wek, nivîsîna bi dest ya peyvên stiranên wî, huner û hin tiştên wî yên ku dabûn hev; ev hemû ji aliyê hevala wî yê herî nêzîk Mary Austin ve di mala Mercury de li Londonê piştî mirina wî bi AIDS sala 1991'ê hatibûn parastin.
Ev pêşangeha bo cara yekê li Sotheby's li dar dikeve û ta mehekê berdewam dike. Piştre dê di meha Îlonê de gelek tişt di mezadgehê de bo firotinê werin nîşandan. Tê ragihandin ku buhayên wan ji 40 pound yên Brîtanî heta bighêje mîlyonî be.
David MacDonald, serokê kar û barê firotinê li Sotheby's London got: "Me cihên taybet li galeriya xwe çê kiriye da ku hestekî rasteqîn bidin mêvanan ku ew bi Freddie re li mala wî ne."
Di mezadê de piyanoya Yamaha ya reş ya Mercury heye ku ew pir giranbuha ye. Nirxê wê di navbera 2,5 bo 3,8 mîlyon dolaran e. Mercury di sala 1975'an de dastana Queen "Bohemian Rhapsody" li ser vê piyanoyê afirand.
Hevala Mercury, Mary Austin, li ser wê dibêje ku "Ew beşek ji wî bû, alava wî ya afirandinê bû. Wî ticarî li ser piyanoyê cixare nedkişand, ne jî peyala xwe li ser wê datanî. Wî nedihişt ku kesekî din jî wisa bike. Piyano her gav paqij bû."
Tiştên din yên ji bo firotanê jî di mezadê de hene ji taca Mercury û kirasê padîşahiyê yên wî, ku di dawîya strana "God Save The Queen" de li xwekiribû di gera xwe ya dawîn de bi Queen re di sala 1986-an de, ku tê nirxandin bi 60,000 ta 80,000 poundî. Herwiha, şehê simbêlan yê zîvî Tiffany & Co jî di nav alavan de heya ku buhayê wî ji 400 ta 600 poundî ye.
Nirxê peyvên destnivîsa wî yên stirana "We Are The Champions" ji 200,000 ta 300,000 poundî tê texmîn kirin, lê yên ji bo "Killer Queen" buhaya wan ji 50,000 ta 70,000 poundî ye.
Freddie Mercury kî ye?
Freddie Mercury (1946 - 1991) stiranbêj û stirannivîsekî Brîtanî bû, ku wekî dengbêj û piyanîstê sereke yê koma rock Queen li seranserê cîhanê navdar bû. Di dîroka muzîka rock de wekî yek ji mezintirîn stiranbêjan tê naskirin. Ew bi kesayetîya xwe ya balkêş li ser dika striranbêjîyê û dengê xwe yê xurt dihate naskirin. Li gor zanîsta muzîkê, dengê wî digihişt çar oktavan.
Mercury bi şêwaza xwe ya şanoyê rengekî nû da stirana Rock û bi xelkê şêrîntir kir û bandor li derhênerîya hunerî ya koma Queen kir.
Mercury stiranên serkeftî ji koma Queen re nivîsandibû, di nav de "Killer Queen", "Bohemian Rhapsody", "Somebody to Love", "We Are the Champions", "Don't Stop Me Now" û "Crazy Little Thing Called Love."
Ev di temenê 45 salî de bi nexwşiya AIDS mir.
Jêder: Reuter