Huner û çanda Kurdî di gelek qonaxan de dibin qurbaniyên rewşa siyasî û nearamiya jiyana Kurdan, ji ber vê yekê jî sermiyanekî mezin ji berhemên hunermend û rewşenbîran hatine wendakirin û ta niha jî tu xebatekî piştrsatkirî ji berhman re ne hatiye pêdakirin.
Lê di heman demê de jî hunermend û rewşenbêr xebatên xwe bi yektayî berdewam dikin hem li welêt hem jî li derve û encamên baş bi dest dixînin.
Yek ji wan hunermendan, şêwekar Osman Nasrawt e ku ji 24 salan li bajarê Harisonburg, eyaleta Virginia dijî û hîn hunera wî rewa û ter e tu dibê qey ew nû ji welat hatiye.
Osman di sala 1966'an li Qeledizî/ Herêma Kurdistana Îraqê ji dayik bûye.
Di sala 1987'an de li bajarê Silêmanîyê ji peymangeha Hunerên Bedew der çûye.
Hunera wî bi giyan û xeyala wî ve girêdayî maye. Tevî ku ji zû ve li Amerîka dijî lê ew babet û berhemên xwe bi Kurdistan û Kurdan ve girêdide û dibêje ku ew naxwaze hunera xwe erzan bike û tenê bike bo dekorrên malan.
Ji bilî şêwekariya rasterast ew hunera dîjîtal jî bikar tîne û berhmên serkeftî bi wê afirandiye.
Osman bawer dike ku huner li ser çîrokan ava dibe , û huner dikare bibe amûrekî zilhêz di destê Kurdan de ku ew pirsgirêka xwe bi miletan ve bidin nasîn.
Li Kurdistanê û li Amerîka jî Osman beşdarî pêşangehan bûye û hîn jî berdewam e di afirandin û berhemanînê de.